Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK LI ÎMRALIYÊ TECRÎDEKE GIRAN LI DIJÎ RÊBER APO DIMEŞÎNE

Gelê ku doz û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hilbiratiye, îro bi mîlyonan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derdikevin…

ev 26 salin li girtîgeheya îmralayê tecrîdeke giran li dijî rêbertî tê meşandin, û ji beriya 3’ê salan ve bi temamî tu agahî ji Rêber Apo nehatine wergirtin.

Tevî ku malbat û parêzerên Rêber APO bi awayekî berdewam û di çarçoveyên yasayî de serî li aliyên peywendîdar didin, lê daxwazên wan bêbersiv dimînin.

Nerazîbûn û bertekên li hember girankirina tecrîdê her ku diçin zêdetir dibin.

Endamên meclisa malbatên şehîdan a Kobanê ji Rojava TV re a gotin, girankirina tecrîdê li dijî yasayên parastina mafên mirovan in.
endamên saziyê bang li hêzên navdewletî kirin ku dawiyê li bêdengiya xwe bînin û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşîn û berxwedanîyê heta azadiya rêber Apo kirin.

ji bo azadiya fîzîkîya Rêber Abdullah Ocalan Însiyetîfa gel a Sûrîyayê di 15ê sibatê de dest bi hemleya kokirina îmzeyan kirin, û wê hemle di 4ê nîsanê de were bidawîkirin.