Kanala ROJAVA TV

ZANÎNGEHA ROJAVA BANGA PABENDIYA BI QEDEXIKIRINA ŞEWITANDINA TEKERAN KIRIN

têkildarî biryara qedexekirina şewitandina tekeran û madeyên plastîk bi helkefta cejna Newrozê, xwendekarên Zanîngeha Rojava daxuyaniyek dan û tê de rastiya biryarê û pêwîstiya pabendbûna xelkê bi biryarê, piştrast kirin.
Daxuyanî bi amadebûna bi dehan xwendekar û mamosteyên Beşa Endezyariyê ya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Hesekê ,hate dayin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xwendekar biryara pêşkêşkirî û girîngiya wê di parastina tenduristiya mirov û jîngehê de rast dibînin, da ku belavbûna nexweşiyan di civakê de zêde nebe.
Di dawiya daxuyaniyê de xwendekar û mamosteyan bal kişandin ser pêwîstiya pîrozkirina Cejna Netewî di çarçoveyeke tendurist de, her weha bang li dezgeh û komeleyên parastina jîngehê kirin ku bi erka xwe rabin û biryara rêveberiyê biparêzin.