Kanala ROJAVA TV

SAZIYÊN SIVÎL BIROŞORÊN VEXWENDINA NEWROZÊ LI QAMIŞLO BELAV KIRIN

Bi mebesta vexwendina xelkên herêmê ji şahiyên Newrozê û pîrozkirina cejnê broşor li xelkê bajêr û xwediyên dikanan belavkirin.
Belavkirina broşuran ji ber Meclîsa Qamişlo dest pê kir û heta navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi rêve çûn.
Di nava pêvajoya belavkirinê de hevseroka yekîtiya cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Muna Birîm amaje bi wê yekê kir ku dê Newroza îsal mizgîniya Xêrê ji hemû gelan re be.