Kanala ROJAVA TV

DI SERDEMA RÊJÎMA BEIS DE PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ QEDEXE BÛN

Her sal dîroka 21 Adarê, roja Newroza Arî, li her çar aliyên Kurdistanê, bi çoşeke mezin ku nasname û hebûna gelê Kurd e tê bîrozkirin.

Di dema desthilata Rejîma Beis de, li sûriyê Kurd ji doz ,maf û cajna xwe ya kurdî bê parbûn û rastî neheqiyê dihatin û rêjîmê pîrozbahiyên newrozê qedexe dikir.

Kurdan ji dîrokê ve serî netewandin û bi awayekî veşartî newroza xwe pîroz dikirin.

Rêveberiya têkliyan a Helebê Fatma Hesen ku ji ber qedexekirina Newrozê, Newroza xwe li malan bi dizî pîrozdikirin behza zextên rêjîmê yên wê demê dike.

Fatma Hesen diyar dike ku Newroz rojeke bi wateye û tiştek li pêşiya wan nabe asteng ku Newroza xwe pîroz bikin.

tevî şert û mercên zehmet û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê vîna kurdên herêmê xurtir dibe û bi rihê berxwedan û têkoşînê Newroza 2024’an bi coşeke mezin hembêz dikin û amadekariyên pîrozbahiyê dikin.