Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER A KANTONA FIRATÊ BI ŞAHIYEKÊ AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ KIR

Hevserok, rêveber û endamên sazî û desteyên RêveberiyaXweser a Kantona Firatê li avahiya meclîsa cîbicîkar li hev kombûn û bi şahiyekê agirê Newrozê geş kirin.
Di şahiyê de axaftin li ser navê Rêveberiya Xweser hate kirin û cejna Newrozê li gelên herêmê hate pîrozkirin.
beşdaran gotin dê Newroza îsal bibe Newroza azadiya fîzîkîya Rêber APO û çareserkirina Doza Gelê Kurd.
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate geşkirin û dîlana azadîyê hate gerandin.
Komîteya Çalakiyan a Kantona Firatê anî ziman ku dê pîrozbahiya navendî jî 21’ê Adarê li Girê Miştenûr ê Kobanê sate di 10.00’an de dest pê bike