Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER A CIZÎRÊ DI SALVEGERA DAGIRKIRINA EFRÎNÊ DE DAXUYANIYEK DA

Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê 6’mîn salvegera dagirkirina Efrînê şermezar kir û bang li hêzên niştîmanî yên demoKratîk li Sûriyê kir ku di rûyê siyasetên dewleta Tirk de bibin yek.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bajarê Efrînê ku ewlehî, biratî û aşitî tê de serdest bû, îro piştî dagirkirina wê û koçberkirina xelkên wê bûye navendek ji bo bicihkirina komên terorîst.
her di Daxuyaniyê de rêveberiyê destnîşan bi sûcên çeteyan li dijî şêniyên resen ê Efrînê kir mîna malbata ku sala par li Cindirêsê Newroz pîroz kir û kuştina arokê bi navê Ehmed Mamo.
Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê di dawiya daxuyaniya xwe de banga cezakirina sûcdaran.