Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ: HETA VEGERA LI CIH Û WAR EM Ê LI BER XWE BIDIN

Îro bi hezaran koçberên Efrînî û Xelkên Şehbayê di salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê de , herikîn qadan û bi ” Efrîn a me ye” qêriyan.
Meş bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn-Şehba bi beşdariya bi hezaran koçber, Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li dar ket.
Meş ji Çerxerêya navçeya Ehdas destpêkir û li parka 4 Nîsanê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de axaftin hat kirin, salvegera 6 a dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin, her wiha soza domandina xeta berxwedanê heta vegereke bi rûmet hat nûkirin.
Meşa girseyî bi dirûşmên “Efrîn a Kurdaye, Efrîn ji dagirkeran re namîne” bi dawî bû.