Kanala ROJAVA TV

BERTEKÊN LI DIJÎ QETILKIRINA EHMED MAMO YÊ 15 SALÎ ZÊDE DIBIN

Di her Adarê de dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê sucên der mirovî li dijî kurdan dimeşîne.

Vê adarê jî çeteyekî dewleta Tirk ku ji Idlibê ye, û li Efrînê li şûna Efrîniyan bicih bûye, zarokê Kurd yê bi navê Ehmed Xalid Mamo bi awayekî hovene kuşt û avêt bîreke avê.

lewra jî gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî van sûcan bi bertek in.

Koçberên Efrînî ên li wergeha şehbayê bi cih bûne kuştina Ehmed Mamo şermezarkirin û gotin ev hovîtî dîrokê dubare dike sala borî dîsa di Adarê de çeteyan komkujiyek li ser 4 ciwan pêk anî.

 

Koçberên Efrînî gotin ku ev 6 salin çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcan li dijî kurdên li Efrînê mane pêk tîne .

 

ji Adara 2018’an ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê , binpêkirin û sûcên qetilkirinê li dijî Kurdên li Efrînê pêk tînin; bê ku hesab jê were xwestin.