Kanala ROJAVA TV

13 SAL JI KIRÎZA SÛRIYÊ Û HETA NIHA TU NÎŞANEYÊN ÇARESERIYÊ XUYA NAKIN

Aloziya Sûriyeyê ku di 15’ê Adara 2011’an de dest pê kir, her ku diçe girantir dibe. Heta niha jî tu nîşaneyên çareseriyê xuya nakin.

Bi belavbûna pêla Bihara Ereban re, gelê Sûriyeyê di 15’ê Adara 2011’ê de li hemberî polîtîkayên hikumeta Şamê dest bi xwepêşandanan kir.

Tevî ku kirîza Sûriyê di nava şert û mercên zehmet re 13 sal derbas kir, lê hê jî çarenûsek nediyar rûbirûyî Sûriyan tê.

Nivîskarê siyasî Ezîz Silêman diyar kir ku bi derbasbûna 13 salan re roj bi roj zehmetiyên Sûryan zêde dibin.

Ji aliyê xwe ve rêveberiya buroya jinên ciwan di meclisa ciwanên Sûriyê de Nadiya Yûsif destnîşan kir ku nifşên nû bi hemû awayan destdirêjiya desthilatê qebûl nekir û li hemberî wê derketin.

Ji dîroka 23’yê Çileya 2017’an heta 25’ê Kanûna 2024’an, bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê 21 torên civînan li Astanayê hatin lidarxistin. Lê armanc û encamên nîqaşên van civînên bêyî xwediyên aloziyê hatin lidarxistin û berjewendî li ser xaka Sûriyê li hev parve kirin.