Kanala ROJAVA TV

DAGIRKERIYA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ LI DIJÎ EFRÎNIYAN SERÎ LI SÛCAN DIDIN

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagirkirin, sûcên şer li dijî xelk û xwzaya Efrînê didomînin ,sûc li ber bêdengî û çavên cîhanê û rêxistinên hiqûqî pêk tên.

Herî dawî çeteyekî dewleta tirk a dagirker yê bi navê Yamin Ehmed Îbrahîm ê ji gundewarê Idlibê ku li Efrînê li şûna Efrîniyên resen bicih bûye, zarokê Kurd yê bi navê Ehmed Xalid Mamo (15) kuşt û avêt bîreke avê ya li ser rêya gundê Til Silorê.

koçberên Efrînî yên li kantona Minbicê dimînin kuştina zarokê bi navê Ehmed Mamo ji aliyê çeteyan ve şermezarkirin û dan zanîn ku, ji ber hesab ji dagirkeran nayê xwestin lewma sûcan li dijî efrînê didomînin.

Koçberên Efrînî gotin ku Tirkiyê û çeteyên wê sûcên şer li dijî Efrîniyan dike her wiha tekez kirin ku ew ê hesab ji dagirkerî û çateyan bixwazin .

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku Efrîn dagirkirine, guhartina demografî tecawizkirin, revenadin, kuştin û işkenceyê li dijî efrîn û xelkên wê pêktîne.