Kanala ROJAVA TV

TEVÎ BILINDBÛNA NIRXAN Û ÊRÎŞÊN BERDEWAM JINÊN KOBANÊ CILÛBEREGÊN NEWROZÊ DIDÛRIN

Jinên Kobanê bi boneya cejna Newrozê serdana bazara kirîna cawan dikin û amadekariyên dirûtina cilûbergên Kurdî yên folklorî dikin.

Jinên Kobanî diyar dikin, tevî bilindbûna nirxan û êrîşên dagirkeriyê, ew dê ti carî dest ji çanda xwe bernedin û bi coşeke mezin newroza îsal pîroz bikin.

Kitana Meles, Xeftanê Sitir Guloz û Şe`ira Kesrewanî, xeml û xêza resen û bedew ya jinên Kobanê û deşta Pirsûsê ye.

Cejna Newrozê li ber deriyan e, jinên bajarê Kobanê bi eşq û dildariyeke mezin berê xwe didin bazarê û amadekariyên dirûtina cilûberegên folklorî yên ji bo cejna Newrozê dikin.

Her wekî newroz meha şadî û dilxweşiyê ye, di heman demê de dibe meha liberxwekirina cilûbergên neteweyî û vejandina çanda kevnar.

Jinên Kobanê bi dilgermiya Newrozê ji Rojava TV re behsa amadekariyên xwe dikin.

Xwediyê firoşgeheke cawan Mistefa Muxtar behsa cûreyên cawan dike û sedema bilindbûna nirxên wan jî vedibêje.

Ji kirîna cawên rengîn, ta bi dirûtin û liberxwekirina cilên neteweyî, dibe ku lêçûneke zêde bixwaze, lê tevî wê yekê jî jinên Kobanê ji her demê bêhtir dê di Newrozê de xwe bi xêza Kurdîniyê bixemilînin û bi coşeke mezin Newrozê pîroz bikin.