ÇETEYAN MALBATA EHEMD MAMO NEÇAR KIR KU CENAZEYÊ ZAROKÊ XWE VEŞÊRIN
Ji ber zextên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, malbata zarokê bi navê Ehemd Mamo yê ji aliyê çeteyan ve li navçeya Cindirêsê hatibû kuştin, neçar ma ku cenazeyê zarokê xwe veşêre.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo ku pêşî li xwepêşandanan bigire, malbata zarokê bi navê Ehmed Mamo yê hatibû qetilkirin, neçar kir ku bi lez wî bispêrin axê.
Li gorî agahiyên ku malbata Ehmed Mamo dane, ji ber zextên çeteyên dewleta Tirk a dagirker neçar ma ku cenazeyê Ehmed Mamo veşêrin.
Cenazeyê Ehmed Mamo ku duh ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin, bi beşdariya bi sedan xelkê navçeya Cindirêsê li goristana gund hat veşartin.
Di dema veşartina cenazeyê de bi sedan çete li navçeyê belav bûn.
Malbata Ehemd Mamo gotibû heta kujer radestî wan nebe û neyê cezakirin, ew kurê xwe venaşêrin. Her wiha bang li xelkên Efrînê kir ku tev li xwepêşandanan bibin.