Kanala ROJAVA TV

LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ AMADEKARIYÊN CEJNA NEWROZÊ DESTPÊ KIRIYE

Li Rojavayê Kurdistanê heyecana pîrozbahiyên Cejna Newrozê destpê kiriye.

Xelkên Rojava bi hatina meha Adarê re û ji bo pêşwazîkirina Newrozê, bi dilekî xweş û bi coşekî mezin amadekariyên xwe dikin.

Xelk bi taybet jin û dayîk ji bo mexlndina Newrozê bi rengên biharê berê xwe didin kirîn û dirûtina cilên kurdî.

Yek ji firoşkarên qûmaşan Heval Boncix dibêje, wekî her sal daxwaz li ser cilûbergên kurdî zêdeye, lê vê salê daxwaz zêdetir li ser qumaşên kevnar in.

Her wiha dirûnkar Samî Mûsa got, ji ber ku daxwaz li ser cilên kurdî zêdeye, wî gavek nû avêt , ew gav jî amadekirina cilên kurdî û firotina wan li bazaran bû.

Li tevahî cîhanê her civak bi çand û kevneşopiyên xwe tên pênasekirin. Bi taybetî çanda lixwekirina cil û bergên folklorî.

Cilûbergên folklorî nasnameya neteweyan vedibêjin..Kurd jî bi folklor û xemla xwe ya dirûtina cil û bergên kurdî dewlemend e.