Kanala ROJAVA TV

PYD’Ê LI MINBICÊ JI BO DANASÎNA SERHILDANA 12’Ê ADARÊ PANELK LI DAR XIST

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kantona Minbicê bi salvegera 20’an a serhildana Qamişlo panelek li dar xist û tê de sedemên komploya li dijî Kurdan nirxand.

Di panelê de bi dehan endamên Partiya Yekîtiya Demokrat ên Minbicê beşdar bûn.

Di panelê de piştî deqeyek rêzgirtin, Rêvebera buroya rêxistinî di PYD de Rîm Derwîş destnîşan kir ku, armanc ji komkujî û komploya ku rêjîma Baas di 12’ê adarê de li Qamişlo pêk anî ew bû ku pêkhateyên herêmê ji hev qut bike û şerekî di anvbera wan de derxe.

Her wiha Rîm Derwîş di nava nirxandinên xwe de got, serhildana 12’ê adarê bû çirûskek ji bo meşa azadiyê û xurtkirina biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.