Kanala ROJAVA TV

PYD: SERHILDANA 12’Ê ADARÊ LI DIJÎ SÎSTEMA TARÎ YA RÊJÎMA BAAS BÛ

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya Kantona Minbicê jî îro bi daxuyaniyekê diyar kir, serhildana 12’ê adarê ku di encama wê de nêzî 40 kes şehîd bûn, serhildana li dijî sîstema tarî ya Rêjîma Baas bû.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de got, rejîma baas hewl da rastiya serhildana 12’ê adarê berovajî bike, lê belê serhildana 12’ê adarê serhildaneke rasteqîn a li dijî neheqî û stemkariyê bû ku di encamê de 40 kes şehîd bûn.

PYD’ê got, tevî hemû zexit, êşkence û girtinan jî çiruska serhildanê li her devera Sûriyê belav bû û gel rakir ser piyan.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya Kantona Minbicê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku, Pêwîstiya Sûriyê bi guhartin, demokrasî û çareserkirina dozên wê hene, di serî de jî çareserkirina doza gelê kurd.