Kanala ROJAVA TV

SERHILDANA QAMIŞLO BÛ ÇIRÛSKA YEKEM A ŞOREŞA ROJAVA

Di 20’emîn salvegera 12’ê Adarê Serhildana Qamişlo ya li hemberî kiryarên rêjîma Bais’ê de rêveber û endamên saziyên kantona Firatê gotin:’’ Rêjîma Bais Xwest ku di riya fitneya Kurd û Ereban re temenê xwe li ser desthilatê dirêj bike.’’

Di 12’ê Adara 2004’an de dema ku yaneya Fitûwê û Cîhad matcek li ser xaka Qamişlo dilîstin, Hikumeta Şamê bi armanca derxistina fitneyê di navbera kurd û Ereban de, komkujiyek li wê deverê pêk anî.

Komkujiya ku li lîstigeha Qamişlo rû da veguherî serhildanê û gel hêrsa xwe ya bi hezarê salan nîşan da.

20 sal li ser serhildana 12ê Adarê derbas dibe, ku di encamê de bi dehan welatiyên Kurd şehîd bûn û hejmareke zêde jî birîndar bûn û hatin girtin.

Hevserokê Meclisa Cîbicîkar a kantona Firatê Ferhan Hac Îsa diyar kir ku Rêjîma Bais Xwest ku di riya fitneya Kurd û Ereban re temenê xwe li ser desthilatê dirêj bike.

Endamê Desteya Ciwan û Werzîşê yê Kantona Firtatê Elî Elî destnîşan kir ku tevî fitne û xerabiyên ku di wê rojê de çêbûn lê gelê Kurd li hemberî rêjîma Beis serî rakirin.

Bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bajarê Qamişlo bû yek ji qadên xwepêşandanan, ku rê li ber hemû hewildanên derxistin fitnyan ji aliyê rêjîma Bais hate girtin.
Bi damezirandina rêveberiya xweser re jî êdî hemû pêkhate wekhev di nava xaka Bakur û Rojhilatê ddijîn.