ŞAREDARIYA GEL A KOBANÊ KAMPANIYA PAQIJKIRINA DARISTANAN DEST PÊ KIR
Bi armanca parastina jîngehê û hişyarkirina civakê li ser giringiya daristanan, Şaredariya Gel a bajarê Kobanê, dest bi hemleyeke paqijkirina daristanên xwecihî yên bajêr kir.
Kampaniya paqijkirinê , bi beşdariya rêveber û endamên deste, sazî û ofîsên Rêveberiya Xweser a kantona Firatê, li dar ket.
Şaredariya Gel a bajarê Kobanê diyar kir ku, armanc ji destpêkirina kampaniyek bi vî rengî, parastina jîngehê û hişyarkirina gel li ser giringiya daristanan di jiyana mirovan de ye
Kampaniya paqijkirina daristanan yek ji plansaziyên şaredariyê ji bo pêşvebirina însiyatîvên jîngehê û teşwîqkirina welatiyan ku bi awayekî çalak beşdarî xebatên paqijiyê bibin.