Kanala ROJAVA TV

10 SAL DI SER KOMKUJIYA LI DIJÎ ŞAREDARIYA QAMIŞLO RE DERBAS BÛN

10 sal di ser komkujiya Şaredariya Qamişlo ku di encamê de 10 endamên şaredariyê şehîd bûn, derbas bûn.

lê heta niha jî êş û xemgîniya vê rojê di dilê endamên şaredariyê û gelê bajarê Qamişlo de weke roja destpêkê ye.

Şaredariyê bi domndina kar û xebatên xwe armanca êrîşa çeteyên DAIŞ têk bir.

11`ê Adara 2014`an çeteyên DAIŞ`ê bi armanca têkbirina gavên Rêveberiya Xweser û pêşîgirtina li kar û xebata wê, Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo kirin hedef û komkujiyek pêk anîn.

Yek ji xebatên destpêkê yên Rêveberiya Xweser di 2012’an de avakirina şaredariyan bû.

Li ser bingeha pêwîstiyên gel ev sazî hatin avakirin û xizmeta gel dikin.

Şaredarî ne saziyeke leşkerî bû, saziyeke sivîl bû ku Kurd, Ereb û Suryan lê dixebitîn.

Bi avakirina şoreşa Rojava re Şaredarî jî hatin avakirin.

Wê demê şaredarî li herêmê saziyên sereke bûn ku gel bi rêxistin dikirin û pirsgirêkên wan çareser dikirin.

Ji ber vê jî 11’ê Adara 2014`an çeteyên DAIŞ`ê Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo kirin hedef. Di encama komkujiya şaredariya Qamişlo d 11 xebatkar û lêvegerên li şaredariyê şehîd bûn.

Di Roja êrişê de çete ketin avahiyê û destpêkê bi çekan xebatkarên şaredariyê kirin hedef, bombe avêtin odeyan û mayînên li ser xwe teqandin.

Di vê êrîşa hovane de, Îbrehîm Ezîz ku di avakirina Şaredariya Qamişlo de xwedî kedeke mezin bû, Rewşen Mihemed Zekî, Fehed Ebdulezîz, Mûsa Azad Mûsa, Elî Bora, Cîhan Mûrad, Emîna Bîlal, Ferhad Ebdulezîz Osman, Elaedîn Ebdulîllah, Awaz Mehmûd Mihemed û Helebçe Xelîl ku ducanî bû, şehîd bûn.

10 sal di ser komkujiya Şaredariya Qamişlo re derbas dibin lê heta niha jî êş û xemgîniya vê rojê di dilê endamên şaredariyê û gelê bajarê Qamişlo de weke roja destpêkê ye.

Lê Şaredariyê bi domndina kar û xebatên xwe armanca êrîşa çeteyên DAIŞ têk bir û peyama xwe da.

Şaredariyê her sal di 11’ê Adarê de xebatkarên xwe yên ku di komkujiyê de şehîd bûn, bi bîr tîne. He wiha serdana gorên wan dike û mûman pê dixe.