YRJ’Ê LI SER “ROLA JINÊN ROJNAMEVAN DI GUHERTINA CIVAKÊ DE” PANELEK LI DAR XIST
Yekitiya Ragihandina Jinan YRJ’ê bi armanca nirxandina rola jinên rojnamevan di guhertina civakê de paneleke diyalogê li dar xist.
Di panelê de 2 hîmên girîng wek Rola Jin di ragihandina azad de û girîngiya bi rêxistinkirina wê di wî warê de hat nîqaşkirin.
Yekîtiya Ragihandina Jinan YRJ derbarê “rola jinên rojnamevan di guhertina civakê de” paneleke diyalogê li dar xist.
Di panelê de bi dehan jinên rojnamevan ên çapemeniya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên Yekitiya Ragihandina Jinan beşdar bûn.
Panel li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo hate li darxistin.
Destpêkê sînevîzyonek li ser Yekitiya Ragihandina Jinan, armancên wê û têkoşîna jinan di ragihandinê de hat pêşandan.
Piştre mijara yekemîn a panelê ya bi navê “rola jinan di ragihandina azad de û girîngiya rêxistinkirina wê di vê qadê de” ji aliyê rojnamevan û endama Meclisa Yekitiya Ragihandina Jinan Nalîn Dîcle ve hat pêşkêşkirin.
Di mijara duyemîn de ya bi navê “Rola jinên rojnamevan û nûçegihan di têkbirina hişmendiya baviksalarî û pêkanîna şoreşê de” rojnamevan Bêrîvan Xelîl nirxandin kir.
Bêrîvan Xelîl bal kişand ser çapemeniya ku li gorî fikrê baviksalarî dimeşin û rola wan di paşguhkirina jinan de.
Panela Yekitiya Ragihandina Jinan piştî nirxandin û nîqaşan bi encamnameyekê bi dawî bû, ji wan encamnameyan:
Domandina xebata ji bo gihîştina nêrîneke yekbûyî der barê doza jinan û rêxistinkirina wan nava yekitiyê de.
Lidarxistina panelên diyalogê û balkişandina ser zehmetiyên li pêşiya jinên rojnamevan.
Lidarxistina perwerdeyan ji bo rojnamevanan ji aliyê yekitiyê ve.