Kanala ROJAVA TV

ENCUMENA JIN A PYD’Ê BI BONEYA 8’Ê ADARÊ PANELEK LI DAR XIST

Encumena jin a PYD’ê bi boneya 8’ê Adarê panelek li herêma Meamil a kantona Dêrazorê li dar xist.
Panel bi beşdariya hevserokatiya PYD’ê ya dêrazorê, şêx û rûspiyên kantonê, nûnerên rêveberiya xweser, malbatên şehîdan û meclisa ermenî hate lidarxistin.
Di panelê de behsa pêşketina jin û dîroka têkoşîna jinan li herêm û cîhanê hate kirin.
Her wiha behsa şoreşa 19’ê tîrmehê ku bi pêşengiya jin hate destpêkirin û mînakên jinên pêşeng hate kirin.
Di dawiyê de Encumena jin a PYD’ê bi boneya 8’ê adarê roja jinên kedkar a cîhanê pîrozbahiya tevahî jinan kir.