35 SAL DI SER KOÇKIRINA HUNERMEND MIHEMED ŞÊXO RE DERBAS DIBIN
Mihemed Şêxo yek ji stûnên hunera Kurdî ye, ji bo xizmeta welat û gelê xwe jiyana xwe xist xizmeta hunerê de.
Di salvevera 35’an a koçkirina wî de Hunermend û hezkiriyên wî behsa rola wî ya giring di pêşketina Hunera Kurdî de dikin.
Mihemed Şêxo an jî bavê Felek, yek ji pêşengên stranên netewî yên Kurdî ye ku jiyana xwe xist xizmeta çand û fliklora Kurdî, da ku bi stranên xwe piştgiriyê bide şoreşên Kurdî û çanda Kurdî ji pişaftinê biparêze.
Bavê Felek di sala 1948’an li gundê Xecokê yê bajarê Qamişlo jidayîk bûye û bi stranên xwe yên bi gotinên eşqa Kurdistanê bû stûnek ji dîroka Kurdan re.
Ji navdartirîn berhemên Mihemed Şêxo ‘’ Ey Felek, Ey lê Gulê’’ û di nava berhemên xwe de hezkirin û xweşikbûna Kurdistanê nîşan dide.
Bavê Felek di sala 1989’an de li Qamişlo Koça dawî kir û di salvegera 35’an a koçkirina wî de Hunermend û hezkiriyên wî behsa rola wî ya girîng di pêşketina Hunera Kurdî de dikin.
Hunermed Danîş Botan diyar kir ku Mihemed Şêxo bû Mînaka Hunera welatparêziyê li her çar aliyên Kurdistanê.
Hunermed Seed Ferso jî da zanîn ku ji ber Mihemed Şêxo bi Hunera Kurdayetiyê ve girêdayî bû her dem rêjîma Beis dixwest rê li pêş wî bigirE.
Di sala 1983’an de bavê Felek li bajarê Qamişlo komeke mûzîkê ava dike û dersên mûzîkê dide, di sala 1987’an de stûdyoya tomarkirinê ya bi navê Felak vedike di wê demê de rêjîma Beis destwerdan dike û stûdyoya wî digire, ji ber ku stranên wî xwediyê naveroka netewî bûn.