Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ ŞAHIYA 8’Ê ADARÊ BI DAXWAZA AZADIYA RÊBER OCALAN HAT LIDARXISTIN

şahiya pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li herêma Şiqêf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî hate lidarxistin.
Di çalakiyê de bi sedan kes, nûnerên Partiya Gel, Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyeyê û gelek partiyên din amade bûn.
Di çalakiyê de axaftin li ser navê Kongra Star, Meclisa Jinan a Sûriyeyê şaxê Heleb û Partiya Gel hatin kirin û 8’ê Adarê li hemû jinên kedkar û Rêber APO hat pîroz kirin.
Pîrozbahî bi govend û stranên koma Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û Navenda Cemîl Horo ve dewam kir.