Kanala ROJAVA TV

8’Ê ADARÊ LI ŞEHBAYÊ HAT PÎROZ KIRIN

Li Şehbayê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” hat pîrozkirin.
Bi hezaran jinên ji Efrîn û Şehbayê ku cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kirine, beşdarî çalakiyê bûne.
Çalakî bi meşekê dest pê kir û li qada navçeyê bernameya pîrozbahiyê dom kir.
Di çalakiyê de peyama 8’ê Adarê yên Hêzên Rizgariya Efrînê û Yekîneya Parastina Jin (YPJ) hate xwendin.
Çalakî bi stran û dîlanên komên govendên domkir .