Kanala ROJAVA TV

XELKÊN QAMIŞLO FERHAN HACÎ BI MERASÎMEKÊ OXIR KIRIN

Bi sedana xelkên Qamişlo bi merasîmekê Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ferhan Hacî, li goristana şehîd Delîl Saroxan oxirkirin .
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ferhan Hacî 6 ê Adarê dema ku li ser erka xwe bû, di encama nexweşiyê de şehîd bû.
Endamên saziyên sivîl, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk, PYD’ê, endamên Kongra Star û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîma oxirkirinê bûn .
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û soza şopandin û parastina destkeftiyên şehîdan hate dayîn .
Piştre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin .
Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd spartin axê.