XEBATKARÊN KONGRA STAR BEHSA KARÛXEBATÊN XWE DIKIN
Kongra Star ji bo çareserkirina dozên jinan û avakirina pergaleke wekhev bênavber dixebite û têkoşîneke bêhempa dimeşîne .
Xebatkarên Kongra Star a Firatê ji Rojava tv re behsa Karûxebatên xwe dikin .
Kongra Star ku li gorî paradîgmaya Neteweya Demokratîk ya Rêber APO hatiye avakirin, ji bo çareserkirina dozên jinan û avakirina pergaleke wekhev bênavber dixebite û têkoşîneke bêhempa dimeşîne .
Kongra Star di nava xwe de gelek komîteyên weke komîteya aborî, tenduristî, qada civakî û çend Komîteyên din dihewîne .
Her komîteyek li gor taybetmendiyên qada xwe, karûxebatên xwe bi rê xistin dike û derfetên ji bo jinan diafirîne .
Her wisa Kongra Star bi rêya komîteyên xwe ji bo jinan dixebite û projeyên taybet bo wan vedike .
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Kongra Star destpêkê di sala 2005an de bi navê Yekîtîya Star hate avakirin, lê piştre navê wê bû Kongreya Starê û ji wê demê ve bo misogerkirina mafên jinan rêwîtîya têkoşîna azadiyê dike .