KONGRA STAR A KOBANÊ TAX Û KOLANÊN BAJÊR XEMILAND
Endam û Rêveberên Kongra Star ên bajarê Kobanê bi boneya roja 8’ê adarê Roja Jinên Kedkar Ên Cîhanê tax û kolanên bajêr xemilandin.
Xemlandina tax û kolanan di çarçoveya amadekariyên 8’ê de pêk hat.
Di çalakiya xemlandinê de bi dehan endam û rêveberên Kongra Star ên kantona Firatê beşdar bûn.
Jinan bi cilûberên kurdî bajar, û Qada Jina Azad a li navenda bajêr bi al û sembolên Kurdî xemilandin.
Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê ya îsal bi dirûşma ”Bi vîna azad a jinan emê dawî li polîtîkayên qirkirin, dagirkerî, tecrîdê bînin” tên lidarxistin.