Kanala ROJAVA TV

JINÊN HELEBÊ DERBARÊ 8’Ê ADARÊ DE ŞEVBUHÊRKEK LI DAR XISTIN

Kongra Star û Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ên Helebê derbarê 8’ê adarê de şevbuhêrkeke folklorî li dar xistin.

Şevbuhêrkek li hola civînan a 8’ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate li dar xistin.

Bi dehan jinên taxê, saziyên sivîl û partiyên siyasî bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdar bûn.

Di şevbuhêrkê de stran û xwarinên folklorî hatin pêşkêşkirin, her wiha xalîçe û hin kelûpelên folklorî û kultûrî hatin danîn.

Her di çalakiyê de xwarinên gelêrî yên Efrînê ji aliyê jinên beşdar ve hatine çêkirin û pêşkêşkirin.

Di dawiya çalakiyê de Nivîsgeha Jin a Komîteya Perwerde û Fêrkirina a Helebê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bi siloganên 8’ê Adarê li beşdaran belav kir.