Kanala ROJAVA TV

JINÊN DÊRAZORÊ BI BERIZKIRINA “JIN JIYAN AZADΔ MEŞIYAN

Jinên Kantona Dêrazorê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê her wiha bi dirûşma” Jin Jiyan Azadî” meşek li darxistin.

Meş di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo roja 8’ê adarê bi beşdariya bi dehan jinên ji kantonê hat li dar xistin.

Jinan di meşê de pankerta” Bi vîna jin azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” rakirin û bi berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li nava kolanan meşiyan.

Jinan piştî meşê mîtîngek lidarxistin û tê de daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahî jinan hat pîrozkirin, her wiha hat diyarkirin ku, divê jin ji bo parastina nirx û destkeftiyên xwe dev ji xeta berxwedan û têkoşînê bernede.