Kanala ROJAVA TV

FÎLMÊ “STRANÊN KEZIYA SOR” LI QAMIŞLO HAT PÊŞANDAN

Fîlmê muzîkal ê bi navnê “Stranên Keziya Sor” ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê vedibêje, li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hat pêşandan.

Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat Fîlmê muzîkal ê bi navê “Stranên Keziya Sor” çê kirin .

Amadekariyên fîlmê 7 mehan dewam kir û Fîlm li Reqayê û herêma Cizîrê hat kişandin.

Navê fîlmê ji kesayet û têkoşîna şehîd Sakîna Cansiz hatiye hilbijartin.

Beriya pêşandana fîlimê axaftin ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Cizîrê û Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur Rojhilatê Sûriyê ve hat kirin.

Di axaftinan de filim diyarî Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.