Kanala ROJAVA TV

JINÊN ŞEHBA Û HELEBÊ 8’Ê ADARÊ WEKÎ ROJA VEJÎNA JINAN BI NAV DIKIN

Jinên kantona Şehba û bajarê Helebê bi boneya 8’ê Adarê ji Rojava TV re axivîn.

Jinan dîroka 8’ê Adarê wekî roja vejîna jinan binavkirin û tekez kirin ku ew ê bi rihê 8’ê Adarê têkoşîna xwe bilind bikin.

8’ê Adarê ku roja tekoşîna jinan a cîhanî ye, di heman demê de bûye roja vejîn û îlhama ji bo mezinkirina rihê azadiyê.

Jinên azadîxwaz û têkoşer ên cîhanê her sal di dîroka 8’ê Adarê de çalakiyên cûrbecûr û şahiyên pîrozkirinê li dardixin, her wiha 8’ê Adarê bi çoşeke mezin hembêz dikin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya nêzhatina 8’ê adarê di nava tevgerê de ne û amedaekariyan dikin.

Di vê çarçoveyê Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ya Şehbayê SurIya Mustefa roja 8’ê adarê piroz kir û tekezî bi bilindkirina asata tekoşînê kir.

Endama Koordînasiyona Kongra Star ya Helebê Vejîn Mihemed jî 8’ê adarê wekî roja vejîna jinan binav kir û behsa amadekariyên xwe ên ji bo 8’ê Adarê kir.

Îsal jî jinên li seranserî Kurdistan û cîhanê bi coşa avakirina pergaleke wekhev dadikevin qadan, her wiha jinên kurd di misogerkirina azadkirina Rêber APO de bi israr in.