Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN HESEKÊ BI MEŞEKE GIRSEYÎ TÊKOŞER BIŞENG BIRÛSK Û SARA HOGIR BI BÎR ANÎN

Bi sedan ciwanên bajarê Hesekê bi meşeke girseyî herdu têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê Bişeng Birûsk û Sara Hogir bi bîr anîn û soza tolhildana wan dan.

Meşa ciwanan ji çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir û ber bi parka Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Nasira ya bajarê Hesekê ve bi rê ket.

Di meşê de li ser navê Yekitiya Jinên axaftin hate kirin û tê de berxwedan û têkoşîna herdu şehîdan Bişeng Birûsk û Sara Hogir hat silav kirin.

Meş bi soza bilindkirina têkoşînê û bi siloganên “bijî Serok Apo”, “şehîd namrin” bi dawî bû.