Kanala ROJAVA TV

KONFERANSA TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Konferansa 3’yemîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Cizîrê ku bi dirûşma “Bi vejîna ciwanan xwe rêxistin bikin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin” bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di konferansê de 500 delgeyên ji kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.
Piştî axaftinan, nirxandina rewşa siyasî ya herêmî û navnetewî her wiha xwendina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan, rapora salê ya tevgerê hat xwendin
Paşê sînevîzyonek li ser tevgerê hat pêşandan û deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû, ji wan encamnameyan:
Mezinkirina asta têkoşînê heta azadkirina Rêber Abdullah Ocalan.
Fikrên Rêbertî ji bo zanîn, zanist, pêşxistina kesayetan û guhartina civakê bingeh in.
Ji bo belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan dê semîner, konferans, panel û komcivîn werin lidarxistin.