Kanala ROJAVA TV

MECLISA CÎBCÎKAR A RÊVEBERIYA XWESER CIVÎNA XWE YA SALÊ LI DAR XIST

TALET YUNIS- HEVSEROKÊ MECLISA CÎBCÎKAR A KANTONA CIZÎRÊ

Meclisa Cîbcîkar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li dar xist.
Civîn li hola civînan a Meclisa Cîbcîkar a li kantona Reqayê hat lidarxistin.
Hevserokatiya Meclisa Cîbcîkar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cîgirên hevserokatiya Meclisa Cîbcîkar û hevserokatiyên meclisên rêveber ên heft kantonan beşdarî civînê bûne.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê hat nirxandin.
Her wiha rapora xebat û çalakiyên Meclisê yên sala 2023’yan hat xwendin û rewşa rêxistinî û Rêveberî hatin nirxandin.
Civîn wê bi dayîna plansaziya sala 2024’an bi dawî bibe.
Hevserokê Meclisa Cîbcîkar A Kantona Cizîrê Talet Yunis diyar kir ku, Rêveberiya Xweser tevî hemû êrîş û astengiyan karîbû projeyên xwe yên salê pêk bîne.