Kanala ROJAVA TV

NEXWEŞXANEYA AVRÎN YA ŞEHBAYÊ BI DERFETÊN SÎNORDAR NEXWEŞAN DERMAN DIKE

Tevî dorpêça Hikûmeta Şamê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker, nexweşxaneya Avrîn ya li kantona Şehbayê xebatên tenduristiyê pêşkêş dike.

Endama Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn, Arîn Elî ji Rojava TV re behsa xebatên nexweşxaneyê kir û got, dorpêça Hikûmeta Şamê xebatên wan asteng dike.

Nexweşxaneya Avrîn ku piştî dagirkirina Efrînê, li kantona Şehbayê hate damezirandin, bi derfetên xwe yên sînordar rojane pêşwaziyê li sedan nexweşan dike.

Di nexweşxaneyê de ji bilî pişkinînan, çend cureyên neştergeriyan yên sivik jî têne kirin. Her wisa nexweşên giran jî ji bo Heleb û herêmên din têne veguhestin.

Endama Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn, Arîn Elî ji Rojava TV re behsa xebatên xwe û astengiyên li pêşiya wan dike.

Bi gotina Arîn Elî ti rêxistinên mafên mirovan alîkariyê pêşkêşî wan nakin û ew bi alîkariya desteya tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser hewl didin nexweşxaneyê bi pêş bixînin.

Li gorî amarên nexweşxaneya Avrîn mehane ew zêdetirî 17 hezar nexweşan pêşwazî dikin û bi barê dabînkirina dermanên wan ve radibin.

Ji bilî vê nexweşxaneyê, nexweşxaneyeke din jî li navçeya Til Rifat ya kantona Şehbayê heye.