Kanala ROJAVA TV

SORXWÎN ROJHILAT… TEVÎ BIRÎNDARIYA XWE YA GIRAN DEST JI ÇEPERA CENGÊ BERNEDA

Dema ku behsa berxwedana Kobanê tê kirin, yekser berxwedaniya destaneyî ya Şehîd Sorxwîn Rojhilat, Gelhat Gabar û bi sedan hevrêyên wan tê bîra mirov.

Şehîd Sorxwîn di cenga Kobanê de çend caran birîndar dibe û di oxira ronîkirina jiyana gelekî de, roniya çavekî xwe ji dest dide.

Doktor Mihemed Arif ku birînên Şehîd Sorxwîn derman kiribûn, behsa wan kêliyan û biryardariya wê dike.

Ne carekê, ne duyan û ne jî sêyan birîndar dibe, lê dest ji çek û çepera xwe bernade, di oxira azadiya gelekî bindest de heta henaseya dawiyê rêwîtiya rêyên dirêj dike.. em behsa fermandar Sorxwîn Rojhilat dikin.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtî êrîşî bajarê Kobanê dikin, fermandar Sorxwîn ji çiyayên Kurdistanê mîna kevok û balindeyan, bi eşq û dildariyeke mezin berê xwe dide nava refên berxwedanê.

Di şerê li kolan û zikakên Kobanê de, çend caran bi giranî birîndar dibe û di wexera ronîkirina jiyana gel de, ronahiya çavekî xwe jî ji dest dide.

Doktor Mihemed Arif ku birînên Şehîd Sorxwîn derman kiribûn, behsa wan kêliyan û biryardariya wê dike.

Tevî ku doktor wê dişînin cihê birîndaran jî, lê dilê wê li çeperên cengê li gel hevalên wê lêdide, ji lewre bi hawara wan ve diçe.

Sorxwîn Rojhilat di sala 1985’an de li Makoya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe. Sala 2006’an tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Li çiya bi çiya ta bi şoreşa Rojava li her deverê xebateke bêhempa dimeşîne. Nîvroja 11’ê sibata îsal tevî hevrêya xwe Azadî Dêrik di encama êrîşa dagirkeriyê de şehîd dibin.