Kanala ROJAVA TV

XWENDEKARÊN KOBANÊ: EM BI HÊVÎ NE WERZA DUYEM JÎ BI SERKEFTÎ DERBAS BIBE

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê bawernameyên qonaxa yekemîn li xwendekarên seretayî, navîn û amadehî belav kir.

Xwendekaran bi cilûbergên xwe yên dibistanê û bi kêfxweşiyekê, di seatên sibehê de berê xwe dan dibistanên xwe.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê bawernameyên qonaxa yekemîn li xwendekarên seretayî, navîn û amadehî belav kir.

Piştî ku bawername li xwendekaran hat belav kirin, xwendekarên ku astên bilind di xwendina xwe de bi dest xistine, ji aliyê mamosteyan ve hat hatin xelat kirin.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê 47 hezar û 494 xwendekarên seretayî, 16 hezar û 637 xwendekarên navîn û 2 hezar û 574 xwendekarên amadehî bawernameyên xwe wergirtin.

Tevî êrîşên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê israra mamoste û xwendekaran a di pêşxistin û fêrbûna zimanê kurdî de berdewam e.