3 ROJ IN XEBATÊN KOMKIRINA ÎMZEYAN LI QAMIŞLO DIDOMIN
Xebatên komkirina îmzeyan li bajarê Qamişlo di roja xwe ya 3 ya de dewam dike .
Welatiyên Qamişlo destnîşankirin ku, armanca wan ji kampanyayê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye .
Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 9`ê Sibatê de, bi armanca azadiya fîzîkî ya rêber apo , Kampanya komkirina îmzeyan li seranerî harêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.
Xebatên komkirina îmzeyan li bajarê Qamişlo di roja xwe ya 3 ya de dewam dike .
Di vê çarçoveyê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Mihemed axivî û got, armanca wan ji Kampanyayê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye .
Her wiha Endama Komîna Şehîd Qendîl a bajarê Qamişlo Hêvîn Hesen da zanîn ku wan nêzî hezar îmze li bajêr kom kirine .
Hêjayî bibîrxistinû ye ku dê kampanya komkirina îmzeyan di 4’ê Nîsanê de roja jidayîkbûna Rêber Abullah Ocalan bi dawî bibe.