Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN HELEBÊ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ ŞEHÎD BAKUR EFRÎN OXIR KIRIN

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Şehîd Bakur Efrîn ku li Tebqayê şehîd bibû, oxir kirin.
Girseya gel cenazeyê şehîd ji pêşiya nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir wergirtin û ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûdê ve ketin rê.
Li goristanê axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata Şehîd re hate xwestin.
Her wiha hate gotin ku, hêzên dagirker bi her awayî dixwazin aramiya herêmê têk bibin, lê berxwedana gel planên wan pûç kir.
Piştre wesîqeya şehîd radestî malbatê hate kirin û cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên şehîd namirin hat oxirkirin.