TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER KONGREYA XWE YA 4’EMÎN LI DAR XIST
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê kongreya xwe ya 4’emîn bi dirûşmeya Bi vejîna ciwanan em ê xwe bi rêxistin bikin û Rêber APO azad bikin, li Kantona Reqayê li dar xist.
Kongre bi beşdariya endamên tevgerê û nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl hat lidarxistin.
Di kongreyê de destpêkê geşedanên siyasî yên dawiyê û êrîşên li dijî herêmê hatin nirxandin.
Piştre karûxebatên tevgerê hatin nirxandin û nîqaş li ser hatin kirin. Her wiha nexşerêya xebatên sala nû jî hate danîn.
Kongreya 4’emîn a ciwanan bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.