Kanala ROJAVA TV

KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ BI XWEPÊŞANDANEKE GIRSEYÎ LI HELEBÊ HAT ŞERMEZAR KIRIN

Xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li hember Komploya 15’ê Sibatê daketin qadan û xwepêşandaneke girseyî li darxistin.

Di xwepêşandanê de, tekezî li ser xurtkirina tekoşînê heta azadiya Rêber APO, hate kirin.

Bi hezaran şêniyên li taxên Şêxmeqwûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dirûşma “Ji tecrîd, înkar û îxanet re êdî bes e, dem dema azadî û hilweşandina komploya 15’ê Sibatê ye.”daketin qadan û xwepêşandaneke girseyî li darxistin.

Di xwepêşandana ku ji qada şehîd rûbar dest pê kir û li çerxereya zeytûn veguherî mîtîngê de ,axaftin hatin kirin.

Axêveran tekezî li ser xurtkirina tekoşînê heta azadiya Rêber APO kirin.

Her wiha di xwepêşandanê de bal hat kişandin ser komploya navneteweyî ku rastiya hêzên faşîst ji gelan re aşkere kir.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanan Rêber Apo û şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê dawî bû.