Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERÊN KANTONA REQAYÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ŞERMEZAR KIRIN

Reyaderên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Komîteyên Azadiya Rêber APO ên Kantona Reqayê soza bilindkirina têkoşîna li dijî hewldanên dewleta tirk ya qirkirina gelan nû kirin û bi yek helwestê banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Komploya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li Kînyayê pêk hat û Rêber Abdullah Ocalan bi planeke hevpar dîl hate girtin, 25 sal ji li şûn xwe hêştin.

Piştî dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, bi hezaran xelk rabûn ser piyan, her wiha li gorî şîrovekarên siyasî, bi dîlgirtina Rêber APO re xwestin tevgera şoreşgerî têk bibin.

Rêvebera Komîteya Lihevanînê ya Kantona Tebqayê Meryem Henan anî ziman ku, Rêber APO nasnameya jinê parast û ji bo azadiya wê têkoşiya.

Li aliyekî din Endamê Komîteya Azadiya Rêber APO Riyad Ehmed diyar kir ku, fikr û felesefeya Rêber Abdullah Ocalan wekeheviyek di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava kir.

Gel herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji çêja azadiya Rêber APO vexwariye, bi awayekî bê di nava çalakiyan de ne û hêviya wan ew e ku sala 2024 an bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber APO.