Kanala ROJAVA TV

MÛNA FARÛQ: BI RIHÊ ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ EM Ê RÊBER APO AZAD BIKIN

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dê sibe di bin dirûşmeya ”Bi Rihê Şerê Gelê Şoreşgerî Em ê Komploya 15ê Sibatê Têk bibin û Rêber Apo Fîzîkî Azad Bikin” sê meşên navendî li Dêrik, Qamişlo û Hesekê yên Kantona Cizîrê werin lidarxitin.
Endama Komîteya Çalakiyan a Qamişlo Mûna Farûq behsa amedekariyên meşan kir û bang li tevahî xelkên herêmê kir ku bi rihekî xurt tevlî meşê bibin.