Kanala ROJAVA TV

25 SAL DI SER KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA 15’Ê SIBATÊ RE DERBAS DIBIN

Hevserokê Însiyatîva Sûriyê ya Parastina Rêber APO Mihemed Emîn Neîmî got, komplo li dijî tevahî yasayên navdewletî ye.
Her wiha endama Însîyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêber APO Feyrûz Xelîl jî da zanîn ku, heta Rêber APO azad nebe, ti carî aramî û aştî peyda nabe.

Beriya niha bi 25 salan, di 15’ê sibata 1999’an de Rêber APO bi destê bi dehan îstîxbaratên cîhanê, radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin.

Rêber APO ku tevahî jiyana xwe ji bo rizgariya gelan veqetand û ta niha di oxira azadiyê de têdikoşe, bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin.

Hevserokê Însiyatîva Sûriyê ya Parastina Rêber APO Mihemed Emîn Neîmî got, komplo li dijî tevahî yasayan e.

Her wiha endama Însîyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêber APO Feyrûz Xelîl jî da zanîn ku, heta Rêber APO azad nebe, ti carî aramî û aştî peyda nabe.

Li gorî komîteya çalakiyan sibe li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi sed hezaran kes dakevin qadan û komploya navneteweyî şermezar bikin.