Kanala ROJAVA TV

FESTÎVALA WÊNEYÊN FOTOGRAFÎK BI BELAVKIRINA XELATAN BI DAWÎ BÛ

Yekîtiya Wênegirên Fotografîk a Sûriyê 1ˊemîn festîvala wêneyên fotografîk li Qamişlo bi belavkirina 3 xelatan, bi dawî kir.

12’ê Sibatê Yekitiya Wênegerên Fotograf ên Sûrî festîvala yekemîn a wêneyan a li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar xist

Di roja duyem a festîvalê de, foruma zanistî li ser wênekêşiyê her wiha vekirina pêşangehekê bi 100 wêneyên ji aliyê 40 wênegirên fotorgrafîk ve hat nîqaşkirin .

Di dawiya festîvalê de navên ku di mîhrîcanê de bi ser ketine hatin xelatkirin û xelet li ser navê Rojnamegerê Şehîd Seyid Evran hatin belavkirin .