Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN DÊRAZORÊ: EM Ê XWEDÎ LI FELSEFEYA RÊBER APO DERKEVIN

Şêniyên Kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê tekez kirin ku ew ê xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin û projeya demokratîk li cîhanê belav bikin.

Daxuyanî li bajaroka El-Cezrat a rojavayê Dêrazorê bi beşdariya Meclisa bajarokên rojavayê Dêrazorê, Kombûna Jinan a Zenûbya, Hêzên Parastina Civakê, Şaredariya Gel û Rûspiyên Eşîran, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li greva Îmraliyê hat silavkirin, her wiha komploya 15’ê sibatê ku bi destê komplogeran li dijî Rêber APO pêk hat, şermezar kirin.

Her wisa di daxuyaniyê anîn ziman ku, Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê kurd e, lê belê rêber mirovahiyê ye, ji ber ku bi saya Projeya Netewa Demokratîk a Rêber APO pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin gel hev.

Şêniyên Kantona Dêrazorê di dawiyê de tekez kirin ku ew ê xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin û projeya demokratîk li cîhanê belav bikin.