Kanala ROJAVA TV

LI ŞÊREWAYÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ YA LI DIJÎ RÊBER APO HAT ŞERMEZARKIRIN

Xelkên navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO, meşek lidarxistin.

Meş bi pêşengtiya Meclisa navçeya Şêrewa li gundê Biricqasê bi beşdariya şêniyên gundewarên navçeyê hat lidarxistin.

Meş li ber avahiya Meclisa gundê Biricqas dest pê kir û berzkirina siloganên şermezarkirina komployê li ber dibistana gund veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de hat gotin ku berxwedana dîrokî ya Rêber APO li Îmraliyê û têkoşîna gelên li Kurdistanê planên qirkirinê yên dagirker û desthilatan vala derxistiye.

Her wiha hat tekezkirin ku, heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê li ser piyan bin.