ŞÊNIYÊN FIRATÊ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya konvedanê lidarxistin.
Bi dehan Rêveber, Endamêm Meclisê û şêniyên bajarê Kobanê tevlî çalakiya konvedanê ya li taxa Kaniya Kurdan bûn.
Di çalakiyê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Ayşe Efendî axivî û tekez kir ku, sala 2025’an dê bibe sala azadiya fîzikî ya Rêber Abdullah Ocalan.
Her wiha di çalakiyê de semîner û sînevîzyonek li ser qonaxên Komploya 15’ê Sibatê hat pêşandan.
Çalekvanên konvedanê teqezî bi mezinkirina asata têkoşînê kirin, û bang li Rêxistinên Navneteweyî kirin ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.