Kanala ROJAVA TV

ÎNSIYATÎFA GEL AMADEKARIYÊN LIDARXISTINA ÇALAKIYÊN 15’Ê SIBATÊ DIKE

Di çarçoveya rêze çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, Înîsiyatîfa Gel a bakur û rojhilatê sûriyê civînek li dar xist.
Civîn li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi amadebûna Endamên însyatîfê, PYD, TEV-DEM, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Rêxistinên civaka Sivîl û Komînan,hate lidarxistin.
Di civînê de bal li ser tecrîd û pergala îşkenceyê ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê pêk tîne hate kişandin.
Her wiha nîqaş li ser çalakiyên ku dê 15 sibatê roja Komploya Navneteweyî bêne lidarxistin, hatin kirin .
Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.