KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA BANGA AZADIYA RÊBER APO KIR
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê bi daxuyaniyekê Komploya li dijî Rêber Apo şermezar kir û ji bo azadiya rêbertî banga bilindkirina asta têkoşînê kir.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca komploya 15’ê sibatê qirkirina gelê Kurd e.
Her wiha Meclisê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tevî tecrîd û kiryarên derexlaqî, ramanê azad ê Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya tekez kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê berxwedan û têkoşîn berdewam bike.