Kanala ROJAVA TV

ŞÊXMÛS EHMED OPERASYONA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ DINIRXÎNE

ŞÊXMÛS EHMED - HEVSEROKÊ OFÎSA KOÇBER Û PENABERAN YA RÊVEBERIYA XWESER

piştî bidawîbûna Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê û rêgirtina li ber plananên çeteyan, êdî her kes pesna operasyonên bi vî rengî didin.
serokê buroya karûbarên koçberan ya Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rojava TV re axivî û girîngiya operasyona Mirovî û Ewlehiyê û encamên balkêş ên ku bi dest xistine nirxand.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê bi dawî bû û bi xwe re metirsiya mezin ya teqîna kampê bi dawî kir.

Operasyonaê gelek encamên erênî bi dest xistin û di derbarê girîngiya Operasyonaê di parastina ewlehiya herêmê de bersivên erênî hatin dayîn.

serokê buroya karûbarên koçberan ya Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed diyar kir ku Operasyona Mirovî û Ewlehiyê roleke erênî di parastina ewlekariya xebatkarên rêxistinên mirovî û niştecihên kampa Holê de lîst.

Derbarê rizgarkirina keça êzîdî Kovan Xorto de jî, Şêxmûs Ehmed got ku Rêveberiya Xweser navendên civakî ji bo piştevaniya awareyan û jinên rizgarkirî yên kampa Holê vekirine, ew ê li rewşa keça rizgarkirî binêrin.

Operasyona Mirovî û ewlehiyê bandorek erênî li cem gelên herêmê bi giştî hişt, ji ber ku bêyî hewlên ji bo bidestxistina ewlehiyê, kampa Holê dê bibûya navendek ji bo perwerdekirina zarokên DAIŞê di ramanên tekfîrî de.